Jin, Jiyan, Azadî
Jin, Jiyan, Azadî
Jin, Jiyan, Azadî
Li ber keviyê jorî
Keviyê berfa çiya
Amanosê li bejna
Li bejna Zagros giya
Li ber keviyê jorî
Keviyê berfa çiya
Bagokê li bejna
Li bejna Toros giya
Pêjna çirûska ewilî
Li bin gora deng jê birrî
Li zeviyên xak dirdirî
Hêvî behiya û herikî
Li dora rojê stêrk êwirîr, (Jin, Jiyan, Azadî)
Guhar Avêtin
Guhar û bend û benî
Pêçan rextê giran
Grêdan herdu kezî
Li bejnê badan
Badan xelîtka zîvî
Senger û çeper çeper
Bê landik û livîn
Li ber keviyê berfa çiya
Amanosêl zagros giya
Risten efsaneya Viyan
Bêrîtana bask ji ewran
Kilîla wê mija geliya, (Jin, Jiyan, Azadî)
Zîlan soz da
Her Zîlanan soz dayî
Sema ya li zozana
Tola me hildayî
Dîlana li botanê
Tola me hildayî
Banga ji zindana
Jin, Jiyan, Azadî
Jin, Jiyan, Azadî
Jin, Jiyan, Azadî
Jin, Jiyan, Azadî
Jin, Jiyan, Azadî
Azadî
Zîlan soz da
Her Zîlanan soz dayî
Sema ya li zozana
Tola me hildayî
Dîlana li botanê
Tola me hildayî
Banga ji zindana
Jin, Jiyan, Azadî
Jin, Jiyan, Azadî
Li ber keviyê berfa çiya
Guhar Avêtin
Guhar û bend û benî
Pêçan rextê giran
Grêdan herdu kezî
Li bejnê badan
Badan xelîtka zîvî
Senger û çeper çeper
Bê landik û livîn