Lyrics

Ez pîr û kal bûm ji van derdan Ahîn û keser min ji nav dil da Derdê dilê min gelek girane Jê re dibêjim ev êş û jana Hawîr dora me bûye fermana Xort û keçê me li ser çiya ne Lo lo hevalno we sozek da min Serê xwe hildin werin li ba min Derdê dilê min gelek girane Jêre dibêjim ev êş û jana Hawîr dora me bûye fermana Xort û keçê me li ser çiya ne Dibêjin em birana ferqa me ji hev nîne Ezjî dipirsim çawa dibe ku em birabin? Û ez bê nav bim bê zar bim Dibêjin çekhilanîn çima hêstir ma qobleta me ne yeke? Lê şêxên me zarokên Pêxember û pîrên me mirîdên Laleşa nûranî bi dar vedikin Dibêjin ev hezar sala em hev welatiyên hevin Xwîna me li van tixûban têkilî hev bûye û rijiyaye Em jî dibêjin lê ev heştê sala tenê xwîna me dirijê bi destê we biran dirje Lê dîsa jî em li pey gotina hozanê xwe ne Cegerxwîn ê dil bi hesret em hîn dibêjin biratî birtiya rast teqîn lê tu qebûl nakî Em dibêjin wekhevî lê dîsa tu qebûl nakîn Ez heyirîm nizanim çi dî bêjim çi dî bikim We ti rê li pêşiya min nehişt xeynî hilkişînê hilkişîna zinar û çiyayên bilind warên Egidan welatê ku roja azadiyê lê hatiya der.
Lyrics powered by www.musixmatch.com
instagramSharePathic_arrow_out