Lyrics

Ez ji wê bê bava siya te diqeherim Yao ez diqeherim Wexta ku bi tere dimeşe Çima ne ez im Ez ji siya te bihtir dişibihim te Ê ne çavine wî hene ku li bejin û bala te binere û ne jî ziman Sebeb çi ye ku tu bixwere digerînê Hii Sebeb Belkî tu bijî min Raste Tu neba ez ne nexwş bûm Û min zik reşî nedavêt siya tu kesî Helbet ez ê textorek bama Ji yekî weke xwere Her tevgerekî te ji min re bi wate ye Ji rabûna te hetanî razna te Tu bi kê re dikenî Bi kî re diaxivî Nexasim ya ku ez jê diqeherim Siya te Tiştekî din tune ye ku tu li hember min bikar bînî Tiştekî ku bi dest bê girtin dest Ne ev mîrata ku ne bi agir dişewitî Û ne bi avê difetisî Tu bi wijdanê xweke rast bêj Ez yan ew De bîne ber hev Lê bila şahidek hebe Ez gula ji buhara didizim Û dixim destê te Û ew bitere bêhin dikî Ez helbesta xwe ji tere dişewitînim Û dikim kilê suphanî Û ew pê çavê te kil dikî Ez xwe li çol û biyaran tî dikim Û avê ji tere tînim Û bi ser halê min de ew bi tere vedixwî Ez xemla Newroza ji tere tînim Û ew li bejin û bala te dikî Yaw ez ji bo te şevdar dimînim Û ez derdê te dikişînim Û ew bi tere dimeşe Û çima ne ez Ku ez giliyê xwe li cem hakimekî bikim Wê çi beryarê di heqê te de derxê Belkî tu bêjê min ne raste Ê bixwedê te neheqiya dikî Ma rojek ne rast Du roj ne rast Sê roj ne rast mehek ne rast Yaw ez bi çavê serê xwe dibînim Her roj tu li ber deriyê mala min re derbas dibe Ew bi tere Û li çûna karekî bi tere Di zemawenda de bi tere Di civata de bi tere Di seyrangeha de bi tere Tu radibe bi tere Tu rûdinê bi tere Ma karê te nema Tu min pê biqeherînî Ku ez sax bim Yan kuştiyê bi destê siya te bim Te ez merezî kirim Ê bi roj tu nahêle tebatî bi min keve Û bi şev jî dikevim taya sibehê Ku ewê bi tere bimeşe Ez dikim xwe bixwim Ez dikim xwe bixwim Çî wî ji min çêtire Ku ez xwe rih bidim Li ber semaya xweşikbûna te Ê başe ku tu bîranînek be Ew dikare te bixwîne Ku ne ez bim Ku tu sitranek be Ew dikare te bêje Ku ne ez bim Ew wekî min dikare Di şevekî de bihête sebra te bîne Dikare di sir û seqemê de Xwe ji tere bike agirek Û sermaya di dilê bişikîne Ku tu di zindanê de be Dikare dest û lingên te Ji qeyid û zencîran azad bikî Dikare di çeperên şer de Li kêleka te bisekinî Eger mirin be Eger jiyan be Dikare Ew çi eşiqe Ku nikaribe di nîvê şevan de Gavekê di aliyê te de bavêje Derewe Ezê sûnd bixwim ku derewa dikî Ku ne derew be De ka ez mêraniya wê bibînim Va me ez û va ye ew De xwezî Xwezî parçakî ewirekî reş Bi ser te de bê Û ez te bê sî bibînim Wê çi kêfa min li te bê Wê çi kêfa min li te bê Ji bo yî ez jî nebêjim Ji wê bê bava siya te diqeherim Wexta ku bi tere dimeşe Çima ne ez Êê çima ne ez Şensê mine Zivistan dereng tê Û çavên min jî bi ewran nakeve Û ez jî mam wilo EZ çi bikim Şensê mine Çi bikim şensê mine Çi bikim şensê mine
Writer(s): Ferhad Merde Lyrics powered by www.musixmatch.com
instagramSharePathic_arrow_out